NY dê wan êrîşên li ser Xezze'yê ya rejîma îşxalker a sîyonîst mizakere bike

Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî (KENY) sibê ji bo mizakerekirina êrîşên li ser Xezze'yê ya rejîma îşxalker a sîyonîst wê kom bibe.

Ekleme: 07.08.2022 11:30:14 / Güncelleme: 07.08.2022 11:30:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rîyad Mansûr'ê ku Nûnerê Timî ya Netewên Yekbûyî ya Filistîn'ê ye, diyar kir ku Filistîn, bi navberîya Emîrîyên 'Erebên Yekbûyî (E'EY) daxwaza hevdîtinê kiriye û diyarkir ku hat biryarkirin roja duşemê piştî nîro danişîna veşartî wê bê kirin.

Mansûr got ku li danişînê wê êrîşên li ser Xezze'yê ya rejîma îşxalker a sîyonîst bê mizakerekirin û  îfade kir ku gerek ji Filistînîyan re stareke navneteweyî bê peydekirin.

Artêşa qaşo ya rejîma îşxale ya sîyonîst pêr êrîşekê li ser Şerîda Xezze'yê da destpêkirin.

Di êrîşên ku ev du roj in dewam dikin de 29 Filistînî şehîd bûn, 215 Filistînîyên ku di nav wan de zarok û pîrek jî hebûn birîndar bûn. (ÎLKHA)