Cesedê 100 Kurdên ku di Enfala Barzanîyan de hatibûn qetilkirin tên anîn Kurdistanê

Hat ragihandin cesedê 100 Kurdên ku di Enfala Barzanîyan de bi şikleke komî hatibûn qetilkirin tên anîn Kurdistanê û ew ê li herêma Barzan bên definkirin.

Ekleme: 28.07.2022 12:15:13 / Güncelleme: 28.07.2022 12:15:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama xebatên ku 14 rojan li Çola Arara li wîlayeta Musennaya Iraqê hat kirin de cesedê 100 Kurdên ku ji teref rejîma Baas ve di pêvajoya Enfala Barzanîyan de hatibûn revandin û dûre jî hatibûn qetilkirin hat dîtin.

Ew ê hestîyên 100 Kurdên ku hatibûn qetilkirin di 30 Tîrmehê de bê anîn Herêma Kurdistanê û ew ê di 31ê Tîrmehê de jî bi merasîmeke fermî li Qebristana Enfalê ya li Barzanê bên definkirin.(ÎLKHA)