Li Şerîeya Rojava di pevçûna bi berxwedaran re leşkerekê îşxalê mir

Leşkerekî îşxalkerîyê yê ku li bajarê Tulkarm ê Şerîeya Rojava di pevçûna bi mucahidîn re bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Ekleme: 08.05.2024 18:09:45 / Güncelleme: 08.05.2024 18:09:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa îşxalê ragihand ku eskerekî siyonîst ê ji hêzên taybet “Yamam”ê mirî ye.

Çapemenîya Filistînî bal kişand ser vê yekê ku leşkerê îşxalker ê qaşo 4 roj berê li gundê Deyr el-Xusûna li bakurê Tulkermê di şerê bi Tûgayên Qassam û komên berxwedanê re bi giranî birîndar bû û îro di encama birînên xwe de mir.

Di êrîşên wê rojê de, hêzên dagir îşxalker êrîşeke berfireh li ser gundê Deyr El-Xusûnê kirin, herêm dorpêç kirin û maleke ku mucahîd tê de bûn, dorpêç kirin.

Piştî pevçûnên zêdeyî 15 saetan 3 berxwedêrên ki ji fermandar û mucahîdên Tûgayên Qassam pêk dihat şehîd bûn.

Qassam ragihandibû ku ew mucahîdên şehîd bûne qehremanên operasyonên “Beyt Lîd” û “Nebî Îlyas” in. (ÎLKHA)