Li Efxanistanê otobuseke rêwîyan qeza kir: 4 mirî 48 birîndar

Di encama qezaya li parêzgeha Zabula Efxanistanê pêk hat de 4 kes canê xwe ji dest dan û 48 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 26.07.2022 11:20:31 / Güncelleme: 26.07.2022 11:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li herêma Shahr-e-Safaya parêzgeha Zabulê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir otobusa rêwîyan qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes canê xwe ji dest dan û 48 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li derdorê.(ÎLKHA)