Li Kirgizîstanê şewata cotgehê: 223 heywanên mezin telef bûn

Hat destnîşankirin ku li bajara Çuya Kirgizîstanê di nav cotgehek de şewat derket, di encama şewatê de herî kêm 223 heywanên mezin telef bûn.

Ekleme: 18.07.2022 12:25:30 / Güncelleme: 18.07.2022 12:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Rewşên Acîl ya Kirgizîstanê ve hat daxuyandin, li gundê Prîgorodnoya navçeya Alamedîna bajara Çuyê di nav cotgehek de şewat derket.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji ber şewatê 223 heb heywanên mezin telef bûn û 20 hezar balye ka jî bûn wek xelîyê.

Hat diyarkirin ku di encma şewatê de tu kes birîndar nebû. (ÎLKHA)