Erdogan û Paşînyan hevdîtin kirin

Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li ser telefonê hevdîtin kirin.

Ekleme: 11.07.2022 17:35:31 / Güncelleme: 11.07.2022 17:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Serokatîya Pêwendîyê ya Serokomartîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîya ku hat belavkirin hat destnîşankirin, di hevdîtina ku di navbera Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan hat kirin de Paşînya ‘Îda Qurbanê ya Erdogan pîroz kir û Erdogan jî ji ber minasebeta Îda Vardavar a ku nêz dibe Paşînyan tebrîk kir.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di hevdîtinê de pêwendîyên dualî û geşedanên herêmî hatin nirxandin.(ÎLKHA)