Ji Weqfa Êtîman peyama Cejna Qurbanê

Weqfa Êtîman bi minasebeta Cejna Qurbanê peyamek weşand.

Ekleme: 08.07.2022 11:40:31 / Güncelleme: 08.07.2022 11:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nûnera Weqfa Etîman ê Diyarbekirê Memduh Emek ku li ser navê Weqfê daxuyanî da, Cejna Qurbanê li ummeta Îslamê pîroz kir.

Emek di peyama xwe de diyar kir “Qurban nezîkbûna Xwedê ye. Cejn jî rojên şad, selamet, hevgirtin û lihevhatinê ye.” Û dû re di berdewama axavtina xwe de werê got: “Hemd ji Rebbê me re em her du ‘îdan bibînin. Em dixwazin ev cejn ji bo alema Îslamê bibe wesîleya yekîtî û rizgariyê. Werin, bêyî ku erdnîgarî, reng û zimanan ji hev veqetînin, em di vê cejnê de rûyê êtîm, sêwî û mexduran bi qurbanên xwe şa bikin. Cejna we pîroz û bi bereket be." (ÎLKHA)