Li Entab’ê kesê ku xwest mizgeftê bişewitîne hate binçavkirin

Li Entab’ê kesekî bi rijandina benzînê ve şewitandinê zirarê dabû deriyê mizgeftekê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Ekleme: 07.07.2022 17:30:41 / Güncelleme: 07.07.2022 17:30:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Walîtiya Entab’ê ve hate dayîn de hate diyarkirin ku kesek hewl daye ku Mizgefta Okkeş Eruslu ya li Taxa 15’ê Tîrmehê ya navçeya Şehîtkamilê bişewitîne.

Di daxuyanîyede hate dayîn de wiha hate gotin: “Piştî îxbara ku kesekî xwestîye li mehela 15’ê Tîrmehê Mizgefta Okkeş Erusluyê bişewitîne, ekîbên me yên ewlehiyê çûn navnîşana diyarkirî û hat tespîtkirin ku kesê bi navê E. A. (50) bi rijandina benzînê deriyê mizgeftê daye şewatê. Piştre ew kes hat girtin, deriyê mizgeftê jî hate tefandin. Tehqîqeta derbarê bûyerê de berdewam dike." (ÎLKHA)