Tanrikuluyê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Bila mesulê Qetlîama Başbaglarê bên darizandin

Şeyhmus Tanrikuluyê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê li gundê Başbaglara Erzîncanê, di salvegera qetlîama 33 Misilmanên ku di 5ê Tîrmehê 1993yan de hatibûn şehîdkirin de axivî, di axavtina xwe de got ku bila mesulê Qetlîama Başbaglarê bên darizandin

Ekleme: 06.07.2022 14:45:35 / Güncelleme: 06.07.2022 14:45:35 / Xeberen Kurdi / Erzincan Haberleri
Destek için 

 

Di salvegera qetlîama ku ji teref PKKê ve li gundê Başbaglara ku girêdayê navçeya Kemalîyeya Erzîncanê ye hat kirin de bernameyek hat tertîpkirin.

Di bernameyê de temsîlkarên sîyasî jî axavtinan kirin û di axavtinên xwe de îfade kirin ku bila bi lez û bez wan kesên ku di vê meseleyê de pêçîyên wan hene bên derxistin holê û bên darizandin.

Şeyhmus Tanrikuluyê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî di axavtina xwe de ji bona ku failên ‘esil ji bona ku cezaya heqê wan e bigrin û ji bona ku ev doz ji nû ve bê dîtin ji hikumetê re bang kir.

“Bêalîkarîya îstîhbarat û dewleta kûr mirov nikare ev tiştê bike”

Şeyhmus Tanrikulu

Tanrikulu di axavtina xwe de destnîşan kir di vê dema ku ewqas îmkan hene de, nevekirina dozê kêmasîyeke mezin e û li axavtina xwe weha domand, “Qetlîama Başbaglarê di roja qetlîamê de ku ji teref PKK û çepa Tirk ve hatibû kirin bi eşkere hatibû gotin. Encax qetlîamên ewakî, hele hele li ciheke ewakî, bi vebirî bi bêalîkarîya îstîhbarat û dewleta kûr mirov nikare ev tiştê bike, em tev vê tiştê zanin. Ji ber vê ye ku hinek failên vê qetlîamê dema ku hatin qefaltin di demeke kurt de hatin berdan û hatin beraatkirin. Ji ber vê yekê em ji hikumetê re bang dikin ku bila ev doz cardin bê vekirin û bê dîtin.”

“Lazim e ku tu tiştek di tarîtîyê de nemînin”

Tanrikulu di berdewama axavtina we de weha got, “Eger ku li ser 29 sal derbas bûbe jî, çawa ku cunteya leşkerî ya 12 Îlonê cardin hat darizandin, cardin derxistina van kesên ku vê qetlîamê kirine, kesên ku ji vîya re bêdeng mane, kesên ku alîkarîyê kirine û kesên ku di nav dewletê de ji wan re alîkarîyê kirine an jî çavên xwe ji vê tiştê re girtine li ber darazîyê deynekî yê ji şehîdan re ye. Di vê meseleyê de gerek hikumet gav bavêje û lazim e ku tu tiştek di tarîtîyê de nemînin. Di vê dema ku ewqas îmkan hene de, nevekirina dozê kêmasîyeke mezin e.”

Tanrikulu di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku Qetlîama Başbaglarê, wek ku ji bona heyfa wan kesên ji ber ku Misilman bûn û Îslamê ji xwe re hilbijartibûn di Otêla Madimakê de hatibûn kuştin hatîye kirin û ji Xwedê jî ji bona wan rehmê daxwaz kir.

Abdulkadîr Karaduman

“Gerek wan kuştinan bê derxistin holê û bên ronîkirin”

Abdulkadîr Karadumanê Mebûsê Qonye yê Partîya Saadetê jî, derheqê qetlîamê de axavtinek kir û di axavtina xwe de weha got, “Li ser yekîtî û digelhevîya xelqê me gelek planên xaînî hatin tertîpkirin. Di salên 90îyan de li welat kuştinên ku failên wan nedihatin zanîn çêdibûn. Em di vê pêvajoya ku di salên 91,92 û 93yan de yekîtî û digelhevîya xelqê me ji xwe re kiribûn hedef dît. Di vê çarçoveyê de di salên 1993yan de 33 welatîyên me li gundê Başbaglarê ji teref PKKê ve bi wehşetî hatin qetilkirin. Em dibêjin em li alîyê şehîdên xwe ne û em bi vê tiştê bawer dikin ku wezîfeya me ya li wan encax bi wan kuştinên ku hatine kirin bên derxistin holê û bê ronîkirin bê bi cih anîtin.”

Muhsîn Bariş

Muhsîn Barişê Serokê Bajêrê Erzîncan yê HUDA PARê jî derheqê qetlîamê de axivî û di axavtina xwe de îfade kir ku ew tu dem ew ê vê qetlîamê bîrva nekin û nedin bîrvakirin, “Mixabin qatilên şehîdên Başbaglarê ku ev 29 sal in edaletê digerin hêj nehatine dîtin. Em dixwazin ku bila bi lez û bez qatilên vê qetlîamê bên dîtin, dosyeyên wan ji nû ve bên vekirin û destên tarî yên ku di pişta vê meseleyê de ne bên derxistin, em ê teqîpvanê vê tiştê bibin. Em ê daîma li alîyê malbatên şehîdan bin û em ê tu dem wan nedin bîrvakirin.” (ÎLKHA)