Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê ji Efxanistanê re alîkarîyên xwe berdewam dikin

Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê, ji kesên ku di erdheja 1000 kes tê de canê xwe ji dest dabûn de re alîkarîyên xwe berdewam dikin.

Ekleme: 30.06.2022 10:35:30 / Güncelleme: 30.06.2022 10:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê ên ku ji bona Efxanîstana ku di roja çarşemba borî ya ku li wîlayeta Paktîkaya Efxenîstanê erdhejeke di mezinahîya 5,9an de pêk hatibû de alîkarîyan dabû dest pê kirin, wan alîkarîyên xwe berdewam dike.

Ekîbên Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê ku bi tevî Weqfa Beşaîra ku li Efxenîstanê fealîyet dike re çûn navçeya Bermala wîlayeta Paktîkayê, ji kesên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re şîva germ belav kirin.

Rayedarên Weqfê destnîşan kirin ku ew li gorî 500 kesan şîvê belav kirin, ji ber vê yekê ji xêrxwazên ku alîkarîyê kirine re sipasîyan kirin.

Hefteya borî roja çarşembê erheja di mezinahîya 5,9an de ku wîlayetên Paktîka, Host, Paktîa, Nangahar û Lahmanê tesîrdar kiribû de ji 1500î zêdetir mirov canê xwe ji dest dabûn û nêzê 2 hezar mirovan jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)