Somalî di dîroka xwe de ziwayîyeke dijwar jîyan dike

Abdîrahman Abdîshakur Warsameyê Temsîlkarê Taybetê Micadeleya Ziwayîya Serokkomartîya Somalîyê, ji ber ziwayîya ku li welêt berdewam dike ji civaka navneteweyîyê re banga alîkarîya acîlî kir.

Ekleme: 21.06.2022 16:20:28 / Güncelleme: 21.06.2022 16:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Abdîrahman Abdîshakur Warsameyê Temsîlkarê Taybetê Micadeleya Ziwayîya Serokkomartîya Somalîyê di zîyareta ku li Gedolê kir de weha axivî, “Hikumeta Somalîyê û civaka navneteweyî, gerek di ziwayîyê de hevpar bixebitin, ji kesên ku ji ziwayîyê tesîrdar dibin re alîkarîyê bikin.”

Warsame, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku ziwayî ji bo hemû welêt xirab e lê ji kesên ku ji ber ewlehîyê malên xwe berdane re gelek xirab e û ew zêdetir ji vê rewşê tesîrdar dibin.

Adam Abdemoulayê Koordînatorê Somalî yê Neteweyên Yekbûyî, got ku welêt di dîroka xwe de ziwayîyeke dijwar dijî.

Abdemoula, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku eger alîkarîya însanî neyê kirin dibe ku gelek însan canê xwe ji dest bidin.

Li gorî daneyên NYyê, li Somalîya ku piştî sala 2020an de barînek baş nebarîya bi milyonan însan mihtacê alîkarîya însanîyê ne.

Somalî, ji ber ziwayîyê di 23yê Mijdara sala 2021an de li giştîyê welêt “rewşa acîl” îlan kiribû. (ÎLKHA)