Li ser zimanên hevalên wî Şehîd Hasan Tekîn

Hevalên wî yên ku bi wesîleya wî beşdarê de’wê bûbûn gotin ku ew ji Şehîd Hasan Tekîn re bernavkê ‘Hesenê camêr û mêrxas’ danîbûn û ew ji bona de’wa Îslamê hemû tiştê xwe feda dikir.

Ekleme: 17.06.2022 16:20:41 / Güncelleme: 17.06.2022 16:20:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şehîd Hesen Tekîn ji ber ku xebatên Îslamî dikir di 18ê Hezîranê sala 1990an de, ji teref PKKê ve di dema ku ji bona nimêja ‘eşayê desmêj digirt de di encama êrîşeke bi çekdarî de hat şehîdkirin. Tekîn, di 32yemîna salvegera şehadeta xwe de bi rehmet û bi minnet tê yadkirin.

Hasan Tekîn, li gundê Çawûşana ku girêdayê Sirnexê ye û jîyaneke koçerî dikir, 6 zarokên wî hebû û mala xwe birîye Şirnexê û li vê dere jî dest bi dikandarîyê kirîye. Dema ku hîn bûye melê mizgeftê ji zarokan re dersê dide, ew jî him zarokên xwe û him jî zarokên birayê xwe dişîne mizgeftê û dixwaze ku bila zarok hînê dersa Quranê û Îslamê bibin.

Hevalên Şehîd Hasan Tekînê ku di sala 1990îyan de hatîye şehîdkirin, destnîşankirin ku ew bi xêra Şehîd beşdarê de’wa Îslamê bûne û şehîd jî ji ber micadeleya ku di rêya Îslamê de daye Xwedê Teala mikafata şehadete kirîye nisîbê wî.

“Şehîd Hesen jîyanekî weh sehabîyan dijîya”

CELALEDDÎN YÎGÎT

Celaleddîn Yîgîtê ji hevalên Şehîd qala jîyana şehîd kir û di qalkirinê de destnîşan kir ku şehîd wek jîyanekî sehabîyan jîyan dikir û axavtina xwe weha zêde kir, “Şehîd Hasan yekî camêr, mêrxas û xortekî delal bû. Yekî giran, yekî camêr bû. Dema ku PKK sere ‘ewil derket Şehîd Hesen got qey de’weke Îslamî ye lê piştî qetlîamên ku kir hîn bû ku ew neyarê Îslam û Kurdan e. Şehîd Hesen digot qey de’wekî wek de’weya Şêx Seîd e. Dema ku mala xwe anît Şirnexê beşdarê de’wa Îslamê bû. Êdî wî fedakarî, camêrî û xortanîya xwe ji bona de’wa Îslamê feda kir. Dema ku Şehîd Hesen beşdarê de’wa Îslamê bû ji mizgeftê dernediket. Dest bi Qurana ku nizanîbû kir û hîn bû. Ji bona derdorê xwe jî bû wesîle û wan jî anît mizgeftê. Dema ku Şehîd Hesen Îslamê hîn bû êdî dest bi teblîxê kir û ji hemû kesan re teblîxê dikir. Jîyanekî wek sehabîyan jîyan dikir. Ji tu kesê neditirsîya, emre Quran û Xwedê Teala ji eqrebeyên xwe, hevalên xwe û derdorê xwe re qal dikir. Derdorê xwe de’wetê Îslamê dikir. Ez û Şehîd Hesen ji ‘eynî gundekî bûn û li gund hinek pirsgirêkan dest pê kiribû. Ew mala xwe anît navenda Şirnexê. Bi tîcaretê re eleqeder dibû. Li wê dere hemû kes wî hez kiribûn. Şehîd Hesen, dema ku qala teblîx û de’wetê kir bûbû hedefa zilma wan zaliman. Pêşî bi bombeyan êrîş li mala wî kirin û li vê dere jî bi birîndarî xelas bû. Êrîşa dinê jî li mala xwe dema ku desmêjê digirt hat kirin û li wê derê  jî hat şehîdkirin. Xwedê Teala di Quranê de dema ku qala wesfên şehîdan dike wan bi vê şekle dide mizgînîyê, ‘Ji wan kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin re nebêjin mirî. Ew li cem Xwedê tên riziqdayînê lê hûn ev tiştê nizanin.’ Xwedê Teala bila çûndina li ser rêya şehîdan bike nisîbê me jî.”

“Rojekî dema ku ez çûm mala wî min dît ku kilameke ku li ser Şêx Seîd hatibû gotin gohdar dikir û digirîya”

ALÎ TEKÎN

Alî Tekînê pismamê Şehîd Hasan Tekîn jî derheqê jîyana wî de axivî û di axavtina xwe de bal kişand ku de’wa Şehîd Hasan Îslam bû û weha axavtina xwe zêde kir, “Ez û şehîd Hasan kurê apê hevdû ne. Di zaroktîyê de ez û wî bi hevdû re bûn. Di wê ‘emrê xwe de jî yekî tebîetxweş, efendî, xîretkar û yekî ku ji teref derdorê xwe dihat hezkirin bû. Xeberdana wî xweşik bû, qelbê mirovan nedişkand. Mirovekî camêr, egîd û bêtirs bû. Hevaltîya min û wî gelek xweşik bû. Dema ku mala xwe bir Şirnexê beşdarê de’wa Îslamê bû. Ev beşdarbûn wî exlqê wî yê xweşik gelek xweşiktir kiribû. Cesaret û bêtirsîya xwe ji bona de’wa Îslamê dida xebitandin. Rojekî dema ku ez çûm mala wî min dît ku kilameke ku li ser Şêx Seîd hatibû gotin gohdar dikir û digirîya. Hindirê wî jî derveyê wî jî bi de’wa Îslamê dişewitîya. Ji tu kesê neditirsîya. Dema ku beşdarê de’wa Îslamê bû di demeke kin de ji teref PKKê ve êrîş li wî hat kirin. Êdî hemû tiştên xwe fedayê de’wa Îslamê dikir. Ew bi xwe digot , ‘Ez bi mal û canê xwe fedakirina ji bo Îslamê hazirim.’ Ew dema ku beşdarê de’wa Îslamê bû eqrebeyên wî jî bi wesîleyên wî beşdarê de’wê bûbûn. Hemd ji Xwedê re ku ew şehîd bû. Xwedê Teala me jî ji wan kesên ku nigên wan li ser ‘dewa wî disekinin bike.”

“Di nav xelqê de ji Şehîd Hasan re bernavkê camêr û mêrxasê hatibû dayîn”

SULEYMAN GEÇGEL

Suleyman Geçgelê hevalê Şehîd Hasan jî di derheqê şehîdbûna Şehîd Hasan de qal kir û destnîşan kir ku şehîd Hasan dema ku ji bona nimêja ‘eşayê desmêjê digirt di encama kemînekî de hat şehîdkirin û li axavtina xwe weha berdewam kir, “Ez bi wesîleya şehîd Hasan beşdarê de’wê bûm ew jî ji xwe hê berîya beşdarbûna de’wê bi fedekarî û rastîya xwe dihat naskirin. Piştî ku beşdarê de’wa Îslamê bû wek sehabîyan li cihê xwe nesekinî û ji eqrebe, heval û derdorê xwe re qala Îslamê dikir û wan de’wetê de’wa Îslamê dikir. Qet dema wî yê vala tinebû. Malê xwe, wexta xwe û herî dawî jî canê xwe fedayê Îslamê kir. Di nav xelqê de ji ber camêrdê, egîdî û pêbawerîya wî ji wî re bernavkeke ‘Hesenê camêr û mêrxas’ hatibû dayîn. Kesên ku wî heznedikirin û neyartîyê bi wî re dikirin jî wî bi wî navê nasdikirin û bi wî navê gazî wî dikirin. Piştî xebatên xwe yên ku beşdarê de’wa Îslamê bûbû ji rêxistina mirted re bûbû hedef û êrîş li wî dihatin kirin. Pêşî mala wî bombekirin û di wê êrîşê de bi birîndarî xelas bûbû. Salekî dine dîsa di ‘eynî tarîxê de dema ku li hewşa mala xwe desmêjê digirt kemînek ji wî re hat tertîpkirin û hat şehîdkirin. Ji me re ji bona mîrasê de’wa xwe hêşt, em ê jî ji bona ku wek wî bibin em ê di vê de’wê de berdewam bikin. Em ê heta dawîya hêlma xwe di vê rê de bin. Em ê tu dem de’wa Îslamê nehêlin. Hetta ku em malê xwe, canê xwe û xwe jî feda bikin em ê ji vê rê ti dem pajve neçin.” (ÎLKHA)