Li Misirê avahîyeke 5 qatî hilweşîya

Li Qahîreya paytexta Misirê avahîyeke 5 qatî hilweşîya, tê endîşekirin ku di bine avahîyê de mirov hebin.

Ekleme: 17.06.2022 11:55:10 / Güncelleme: 17.06.2022 11:55:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat detsnîşankirin ku li herêma El-Zahera Qahîreya paytexta Misirê avahîyeke 5 qatî ji ber sebeba wê ya ku hê nayê zanîn hilweşîya.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidetxistin piştî hilweşînê ji cihê meseleye re gelek ekîbên lêgerîn-xelaskirin û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku xebatên ekîban ya rakirina xurdeyan dest pê kir.

Ji teref kesên ku hilweşînê dîtin ve tê gotin ku di encama hilweşîna avahîyê de dibe ku mirî jî pêk bê, hinek kesan jî gotin ku çend kes jî berîya hilweşîna avahîyê ji avahîyê derketin. (ÎLKHA)