Rejima sîyonîst a îşxalker, derê sînora di navebera wî û Misirê de ye vedike

Rejima sîyonîst a îşxalker daxuyand, ew ê di 3ê Tirmehê de Derê Sînora Taba ya ku li sînora Misirê ye bi 24 seatî bê vekirin.

Ekleme: 15.06.2022 14:55:35 / Güncelleme: 15.06.2022 14:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Merav Mîchaelîyê Wezîrê Çûndin û Hatinê yê rejima îşxalker destnîşan kir, ji teref wezîrên çûndin û hatin û sazîyên balafirgehan ve ji bo pirsgirêkên di derbasbûna çûndin û hatina Sînaya Misirê de bê kêmkirin xebatan tê kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di vê çarçoveyê de ew ê Derê Sînora Tabaya Sînayê di 3ê Tirmehê de bi 24 seatî bê vekirin û Mîchaelî weha got, “Gavekî dinê yê vê tiştê jî qewetkirina minasebetên me yên bi ciranê me yê Misirê re ye”

Rejima sîyonîst a îşxalker Derê Sînora Tabayê di Adara sala 2020an de ji ber Cavid-19ê girtibû. (ÎLKHA)