Li Kolombîyayê ji ber barana zêde 80 kes mirin

Li Kolombîyayê li serê meha Adarê vir ve li giştîyê welêt baraneke bi tundî pêk hat û ji ber baranîna barana zêde lehî û hezaz pêk hatin, di encama lehî û hezazê de 80 kes mirin û 10 kes jî winda bûn.

Ekleme: 15.06.2022 10:30:33 / Güncelleme: 15.06.2022 10:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî raporê Yekîneyê Bireveberîya Rîska Afeta Neteweyî (UNGRD), ji baranê û hezazê piranî herêmên Cundînamarca, Antîoquîa û Santanderê tesîrdar bûn.

Ji ber barana ku di meha Adarê de dest pê kirîye heta niha 80 kes canê xwe ji dest dan û 10 kes jî winda bûn.

Hat destnîşankirin ku di 418 bajarokan de ji ber barîna barana zêde xesarên gelek bi ciddî pêk hat.

Hat ragihandin ku li wan herêmên ku lehî û hezaz pêk hatin de 16 hezar û 295 xanî jî zirarê dîtin.

Li gorî raporê 730 rê, 72 pir, 37 rêya peyayan, 90 kemera avê, 37 leqem, 108 sazîyên perwerdehî û 7 binkeya tenduristîyê ji afetê zirarê dîtin. (ÎLKHA)