Li Kamerunê êrîş li gundîyên ku dayîna xeracê qebûl nekirin hat kirin: 24 mirî û 60 birîndar

Li Kamerunê di encama êrîşa bi çek de 24 sîvîl canê xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 01.06.2022 17:05:37 / Güncelleme: 01.06.2022 17:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyaya mehellî komeke çekdar yê ku her meh ji gundîyan xeracê distîne êrîş li gundê Obonî al-Thanîya ku 560 kîlometre dûrê Yaundeya ku nêzê sînora Nîjeryayê kir.

Di encama êrîşê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 24 kes canê xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rêxistinên sîvîl, di sala 2017an de heta niha ji ber pevçûnên hêzên ewlehîyê û veqetînxwazan ji 6 hezarî zêdetir kes canê xwe ji dest dan û nêzê milyonek mirov jî ji cihên xwe bûn.

Ji teref rêxistinên sîvîlên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ve hat destnîşankirin ku sîvîlan, ji herdu alîyan jî tesîrdar dibin. (ÎLKHA)