Ew ê balafirgehên li Efxenîstanê Îmarat bixebitîne

Emîrtîya Îslamê ya Efxanîstanê bi Îmaratê re derheqê xebitandin û îdarekirina Balafirgeha Kabîlê û 4 balafirgehên navneteweyî de peyman çêkir.

Ekleme: 24.05.2022 15:50:29 / Güncelleme: 24.05.2022 15:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xebera Bahtar a ajansa xebera fermî ya Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê, derheqê xebitandin û îdarekirina balafirgehên Kabîl, Kandahar, Herat û Mezar-î Şerîf de bi Îmaratê re peyman hat îmzekirin.

Merasîma îmzeyê bi tevî beşdarbûna; Alîkarê Serokê Mesulê Ji Karên Îqtîsadî yê Efxenîstanê, Wezîrê Hewayî û Çûndin û Hatinê, Midirê Giştî yê GACê ku di Balafirgeha Kabîlê de xizmetin cihan û xizmetên ewlehîyê bikartîne û rayedarên Îmaretê hat çêkirin.

Ji Tirkîye û ji Qatarê jî bi Efxenîstanê re derheqê îdarekirina Balafirgeha Kabîlê de hevdîtinan hatibû kirin. (ÎLKHA)