Li Ebû Zebîyê teqîn: 2 mirî, 120 birîndar

Li Îmaratê di nav rêstoreneke de teqîn pêk hat û di encama teqînê de 2 kes mirin, 120 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.05.2022 09:35:30 / Güncelleme: 24.05.2022 09:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li Ebû Zabîya paytexta Îmaratê di rêsoreneke de teqînek ku hê sebeba wê nayê zanîn pêk hat.

Di encama teqînê de 2 kes canê xwe ji dest dan û 120 kes jî birîndar bûn.

Ekîbên îtfaîyeyê ku hatin li cihê teqînê şewata ku bi tevî teqînê pêk hat tefandin. (ÎLKHA)