Weqfa Êtîman: Armanca me yê tenê ev e ku ji êtîm û sêwîyan re alîkarîya meddî û menewî bê kirin

Cemîl Cahît Unsalê Endamê Sazîyê Îstîşare yê Weqfa Êtîman derheqê bernameyê de axivî û di axavtina xwe de got ku armanca wan yê tenê ev e ku ew ji êtîm û sêwîyan re bi tevî alîkarîya meddî alîkarîya menewîyê jî bikin.

Ekleme: 16.05.2022 11:50:33 / Güncelleme: 16.05.2022 11:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Weqfa Êtîman yê ku ji êtîm, sêwî û mihtacan re xebatên alîkarîyê dike ve li Parqa Şehîdên 15ê Tirmehê ya li navçeya Kayapinara Dîyarbekir ji bona êtîm, sêwî û mihtacan şahîya muzîk ya surûda îlahîyê hat tertîpkirin.

Di bernameyê de Cemîl Cahît Unsalê Endamê Sazîyê Îstîşare yê Weqfa Êtîman derheqê bernameyê nirxandinan kir û di nirxandina xwe destnîşan kir ku ew ji êtîm û sêwîyan re bi tevî alîkarîya meddî alîkarîya menewî jî kirin û ji wan xêrxwazên ku beşdarê bernameyê bûne re jî sipasîyên xwe şîyand.

Unsal di nirxandina xwe de weha got, “Ez ji wan kesên ku beşdarê bernameya ku ji bona êtîman re tertîp bûye re an jî wan kesên ku nikaribin beşdarbibin re sipasîyên xwe dişînim. Ev bernameya me bi temamî ji êtîm, sewî û bêkesan re ye. Bi îzna Xwedê ev bername di vê çarçoveyê de bernameyeke bi feyde bibe.”

“Weqfa me daîma li alîyê êtîm û mexduran bû ye, û ew ê berdewam jî bike”

Unsal di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku ew ê daîma li alîyê bernameyên wek ewakî bibin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Bi taybetî ez ji hunermendên Ozlem Ajansê re; ji birayên me yên hunermend yên ku me neşikandin û ji welatên cîran beşdar bûne re sipasîyên xwe dikim, Xwedê Teala ji wan razî bibe. Bi îzna Xwedê em ê qezencê ku di vê bernameyê de bidestbixin ji bona êtîman xerc bikin. Wek ku hun jî zanin ku weqf, di alîyê meddî de daîma li cem êtîm û mexduran sekinîye, û ew ê berdewam jî bike. Bi îzna Xwedê ew ê bi tevî bernameyên cuda jî wan fealîyetên xwe bidomîne. Di vê meseleyê de bi îzna Xwedê ew ê weqfa me çi ji destê wê bê bi kar bîne.”

Unsal derheqê hazirîyên ku li cîhê bernameyê hatin kirin de agahîyan da û weha got, “Li vê cîhê ku konsera me heye kermeseke me jî heye. Ji bona êtîman qumbereyan jî hatine danîtin. Qezencên ku em li vê derê qezenc bikin bi îzna Xwedê em ê ji bona êtîman xerc bikin. Ez ji li vê derê bangek dikim. Em êtîman, bêxwedî û bi tenê nehêlin. Bila xêrxwazên me alîkarîyên xwe ji me texsîr nekin. Bi îzna Xwedê em ê wezîfeyek pirê bi kar bînin û em ê vê wezîfeyê jî bi cîh bînin. Em ê bi îzna Xwedê alîkarîyên xwe yên meddî û menewî berdewam bikin.”

“Kermesa ku me ji bona êtîman vekirîye ew ê heta roja çarşembê jî berdewam bike”

Şahîn Elelçîyê Serokê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekir jî derheqê kermes û şahîyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşan kir ku di herdû bernameyê de jî armanc yek e û ji xêrxwazên ku ji herdû bernameyê re jî alîkarîyê dane re sipasîyan kir.

Elelçî di axavtina xwe de weha got, “Kermesa ku bu du roje bi navê Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir tertîp dikin ew ê  heta roja 18ê mehê jî berderam bike. Bi îzna Xwedê em ê bi tevî vê şahîya ku weqfa êtîman tertîp kirîye jî vê bernameya xwe zêde bikin. Wek ku hun jî dibînin ev bername wek şahîyê derbas dibe. Hemd ji Xwedê re ku daxwazîya me yê ji vê kermesê jî ev e ku bila êtîm, sêwî û mihtac kêfxweş bibin û ji wan re alîkarî bê kirin.”

Elelçî di dawîya axavtina xwe de ji hemû kesên ku di vê bernameyê de alîkarîyên wan gihêştîye re sipasîyan kir û di dawîya axavtina xwe de weha got, “Bi taybetî ji wan kesên ku him di vê meydanê de û di derveyê meydanê de; ji xelqê Dîyarbekir, xêrxwaz û dikandarên me re, ji endam û dildarên me re ji ber ku alîkarîyên xwe ji me re kirine sipasîyan dikim. Xwedê Teala bila xêra wan jî qebul bike. Bi îzna Xwedê ew ê vê kêfxweşî û coşîya me heta roja 18ê mehê jî berdewam bike. Ji hemû kesên ku xebatên wê di vê bername û kermesê de derbas bûne re sipasîyan dikim. Xwedê Teala bila ji hemû kesan razî bibe.” (ÎLKHA)