Weqfa Êtîman ji bona êtîman şahîya muzîk ya surûda îlahîyê tertîp kir

Ji teref Weqfa Êtîman yê ku ji êtîm, sêwî û mihtacan re xebatên alîkarîyê dike ve li Dîyarbekir ji bona êtîman şahîya muzîk ya surûda îlahîyê tertîp kir.

Ekleme: 16.05.2022 09:40:35 / Güncelleme: 16.05.2022 09:40:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şahîya ku hunermendên ji derveyê welat û ji hindirê welat beşdar bûn li navçeya Kayapinara Dîyarbekir hat tertîpkirin.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz hat destpêkirin û bi pêşkêşkerîyên Mehmet Emîn Gulsever û Îslam Keşanî bi tevî xwendina îlahîyên hunermendên Ozlen Ajansê berdewam kir.

Xêrxwazên ku beşdarê bernameyên bûn alîkarîyên xwe avêtên nav qumbereyên ku ji teref weqfê ve li çar alîyê meydanê hatine danîtin û ji kermesa ku qezenca wê ew ê bighêje êtîm û mihtacan re jî gelek teweccuh nîşan dan.

Mirovên ku beşdarê bernameyên bûn jî li kermesa ku çend roje ji teref Karwana Hêvîyê ve hatîye danîn lazimatîyên xwe standin û ji kermesê re bûn alîkar.

Şahîya îlahîyê bi kirina duayê dawî bû. (ÎLKHA)