Li Şirnexê 200 hafiz îcazetên xwe yên hafiztîyê girtin

200 hafiz û hafîzeyên ku li giştîyê Şirnexê hafiztîyên xwe qedandine di bernameya ku hat tertîpkirin de îcazetên xwe girtin.

Ekleme: 13.05.2022 12:10:05 / Güncelleme: 13.05.2022 12:10:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku ji 200 hafiz û hafîzeyên ku li navenda Şirnex, Cizîr û Sîlopîyê temamê Quranê hifz kirine re di Stada Cizîr Hamît Ozalpê de bernameyek hat tertîpkirin.

Huriye Mantıya Porf. Dr. Alîkara Serokê Karên Dîyanet di bernameyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de daxwaz kir ku bila wan hafiz û hafîzeyan jîyanên xwe di bin sîya Quranê de derbas bikin û li axavtina xwe weha zêde kir: “Hun ji bona ku wan zarokên me Qurana Pîroz hînbibin û hifz bikin xebatek kir. Niha jî ji bona ku wê Quranê di jîyanên xwe de jîyan bikin cehdê bikin. Çîmkî Dînê me yê mûbîn ji me 3 tiştan dixwaze, ji wan yek xwendina quranê, ya duyemîn fêhmkirina Quranê û ya sêyemîn jî jîyankirina Quranê ye. Van zarokên me yên delal Quranê hifzkirin û niha jî dema fêhmkirin û jîyankirina Quranê hatîye. Bila Rebbê min wan ji rêya Quranê dûr neke. Qurana Pîroz ronahî ye. Qurana Pîroz rêberê jîyana me ye. Qurana Pîroz kitêba Xwedê ye. Pêxemberê me silat û silav li wî be weha dibêje, ‘Di dilê kê de ji Quranê ayetek tunebe wê kesê wek xanîyekê ku xira bûye ye.’ Em hemû Misilman bi jin û zilam mesulê hînbûn û hifzkirina Quranê û jîyankirina wek Quranê ne. Qurana pîroz kitêbeke wek wisaye ku ji hemû Misilmanên pîrek û zilaman re hatîye şîyandin. Quran kelama Xwedê ye, Quran benê Xwedê yê ku sipîsax e. Kê ku bi şidandî bi wê benê bigre wê kesê ew ê rêya xwe şaş neke. Quran rêya ku ew ê me bibe cinnetê ye.”

Îsrafîl Kişlayê Serekşêwirmendê Serokkomarîyê jî di bernameyê de axivî û di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew rojeke awerte jîyan dike û daxwaz kir ku bila vê bername jî ji ciwanên dinê re bibe mîsal û wan ji bona Quranê bide hezkirinê û weha li axavtina xwe zêde kir, “Bi rastî jî em rojeke awarte jîyan dikin. Hemd ji Xwedê re ku îro ew ê ku para me dikeve kirina duayê ye. Bila Rebbê min, heta dawîya ‘emrê we parastina wê Quranê bike nisîbê we înşeallah. Bila Rebbê min, jîyaneke bi exlaqê Quranê bike nisîb. Ez bawer dikim ku dema ku hun Quranê biparêzin ew ê Xwedê Teala jî we di binê parastina xwe de bihêle. Ev bername, ew ê ji ciwanên me re hafiztîyê bide hewesandin, Quranê ji ciwanên me re bide hezkirin. Bila Xwedê Teala alîkarîya we be. Bila hafizên wek we jî ji xizmetê dur neke. Ez gelek sipasîyên xwe dikim û ji we re jî serfirazîyê daxwaz dikim. Ew ê di dema dê de jî merasîmên bi hezaran bike nisîbê me.”

Bername ji teref Hafiz Osman Şahînê Serokê Sazîyê Qiraata Tehqîqatkirina Mushefan ve bi xwendina duayê û bi teqdîmkirina îcazetan dawî bû. (ÎLKHA)