Hînduyan piştî tesettûrê azanê jî qedexe kir

Li Mumbaîya paytexta wîlayeta Maharaştraya Hîndîstanê, ji ber şîkayetên Hînduyan qirara kêmkirina dengê azanê hat dayîn. Misilmanan jî ji ber vê qirarê di kuçeyan de azanê xwendin.

Ekleme: 11.05.2022 13:50:11 / Güncelleme: 11.05.2022 13:50:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Hîndîstanê neyartîya ji Îslamê û Misilmanan re tê kirin berdewam dike.

Qedexeya tesettûr a ku li wîlayeta Karnatakayê ku hê berdewam dike, ji 900î zêdetir mizgeftên ku li wîlayeta Kandaharêne ye re qirara kêmkirina dengê azanê hat dayîn.

Hat destnîşankirin ku ev qirara qedexekirina azanê, ji ber polîtîkayên sîyasî yên Hînduyan hatîye dayîn.

Hat ragihandin ku ev gava ku hatîye avêtin, teşebuseke nû ya ku hewildayîna Misilmanan bidin tirsandinê û derbeyeyekek e ku li heqên wan hatîye kirin e.

Misilmanên Mumbaîyê jî ji qirarê re bertek nîşan dan û di kuçeyan de bi dengên bilind azanê xwendin.

Li Hîndîstan a ku nifûsa wê 1,4 mîlyare û ji wan jî ji sedî 14yên wan Misilmanin de, polîtîkayên Partîya Janata Bharatîyayê ku li hember Misilmanan dike dibe sebeba bertekan. (ÎLKHA)