Qefîleya imrê ya ‘ewil çûn ‘erdên pîroz

Zîyaretên imreyê ku bû 2 sale ji ber tedbîrên coronavîrûsê nedihat kirin, ji doh pê ve dest pê kir.

Ekleme: 10.05.2022 09:45:28 / Güncelleme: 10.05.2022 09:45:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji Tirkîye komeke imrê ya ‘ewil ku 50 mirov tê de bûn çûn wan ‘erdên pîroz.

Kesên bi tevî balafirên ku aîdê Erebîstana Siûdî ye çûn Cîddeyê û gotin ku ew gelek kêfxweşin.

Hat destnîşankirin ku bû 2 sale ji ber tedbîrên coronavîrûsê him ji Tirkîye û him jî ji tu welatê ji bona imre û hecê nikaribûn biçûna Erebîstana Siûdî.

Seferên hecê jî ew ê îsal di tarîxa 7ê Hezîranê sala 2022yan de dest pê bike.

Ji ber kotaya ku ji teref Erebîstana Siûdî ve hatîye daxuyandin ew ê îsal ji Tirkîyeyê 37 hezar û 770 kes dikaribin biçin hecê. (ÎLKHA)