Weqfa Êtîman ew ê “Şahîya Muzîk ya Surûda Îlahî” tertîp bike

Weqfa Êtîmanê ku ji bona êtîm û sêwîyan xebatên alîkarîyê dike daxuyand ku, ew ê 15ê Gulanê roja Yekşemê li Dîyarbekir ji bona êtîman “Şahîya Muzîk ya Surûda Îlahî” tertîp bike.

Ekleme: 09.05.2022 13:55:29 / Güncelleme: 09.05.2022 13:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Êtîman yê ku berê jî ji bona êtîm û sêwîyan konser û bernameyan tertîp dikir, vê carê jî ew ê li navçeya Kayapinara Dîyarbekir li Parqa Şehîdên 15ê Tirmehê (Parqa Daristanê) konserek tertîp bike.

Cemîl Cahîd Unsalê Endamê Sazîyê Îstîşare yê Weqfa Êtîman derheqê bernameyê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de hemû xelqê Dîyarbekir da’wetê bernameyê kir.

Unsal, di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew ê bernameyek bi navê “Şahîya Muzîk ya Surûda Îlahî” tertîp bikin û li axavtina xwe weha zêde kir: “Weqfa Êtîman, heta ku hatîye sazîkirin û heta îro xizmetên bi xêr, fealîyetên bi xêr û bernameyên bi xêr tertîp kirîye û ew ê berdewam jî bike. Daîma li alîyê êtîm, sêwî, mexdur û mihtacan bûye û daîma xwedî li wan derketîye. Weqfa Êtîman di vê çarçoveyê de bi alîkarîya cilan, hewandin, zewicandin û fealîyetên dinê hatîye van rojan. Weqfa Êtîman, vê carê jî bi projeyek dinê ew ê 15ê Gulanê roja Yekşemê li Dîyarbekir li Parqa Şehîdên 15ê Tirmehê (Parqa Daristanê) konserek tertîp bike. Vê projeyê jî ji bona êtîman alîkarî bê kirin bi tevî Ozlem Ajansê ew ê bi navê “Şahîya Muzîk ya Surûda Îlahî” bê tertîpkirin. Em ji vê bernameya ku ji bona alîkarîya êtîman bê tertîpkirin re hemû xelqê Dîyarbekir da’wet dikin.” (ÎLKHA)