Li Tuzlayê di nav keştîyekî de çizirandina xaz: 4 karker hatin rakirin nexweşxaneyê

Li navçeya Tuzlaya Stenbolê li tersaxaneyê di nav keştîyeke ku navê wê Lîberya bandirali Gulf Petrolyum4 e de karbondîoksît asî bû. 4 karker ji xazê tesîrdar bûn û hatin rakirin nexweşxaneyê.

Ekleme: 06.05.2022 14:05:30 / Güncelleme: 06.05.2022 14:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mesele di seat 10.54an de li Taxa Aydintepeya Tuzlayê di tersaxaneyekê de pêk hat.

Di encama çizirandinê de 4 karker ji xazê tesîrdar bûn.

Walîtîya Stenbolê jî derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê de weha hat gotin: “Îro di îxbara ku seat 10.54an de hat dayîn; îxbara karkerên ku di nav keştîya Lîberya bandirali Gulf Petrolyum4 de dixebitin ji xaza tesîrdar bûne hat bidestxistin. Ji cîhê meseleyê re ekîbên îtfaîye, tenduristî û ewlehîyê hatin sewqkirin û dest bi xebatê hat kirin. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin; di tûpekî de xaz asê bûye û 4 karker jî ji xazê tesîrdar bûne û wan karkeran jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê. Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin.” (ÎLKHA)