Îşxalkerên sîyonîst dest dan li ser herêma Mesafîr Yattayê ku 4 hezar Filistînî li wê dijîn

Dadgeha Bilinda Quds yê ku girêdayê rejima îşxalkere derheqê herêma Mesafîr Yattayê ku girêdayê bajara El-Halîlê ye de ji bona ku bibe “sehayên perwerdehîyê ya aîdê artêşa îsraîlê” qirar da.

Ekleme: 06.05.2022 09:45:33 / Güncelleme: 06.05.2022 09:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama dayîna qirarê de tê hêvîkirin ku ew ê cîhên Filistînîyan bên xirakirin û ji 4 hezarî zêdetir Filistînîyên ku li wê derê dijîn jî bi zorê ji cîhên xwe bên sirgûnkirin.

Artêşa rejima îşxalker a sîyonîst derheqê herêma Mesafîr Yattayê de ji bona ku ew der bibe “sehaya leşkerî” ji bona ku 8 gundên Filistînî bên valakirin doz vekiribûn.

Di dozê de dihat daxwaz kirin ku bi heseba di wê herêmê de ji sala 1980an heta niha tu kes jîyan nake û ji ber vê yekê bila Filistînîyan ji li wê bên derxistin.

Ofîsa Qudsê ya YEyê ji qirara dadgehê re bertek nîşan da û weha got, “li gorî hiqûqa navneteweyî, tehlîye kirina wan kesên ku di nav ‘erdên ku hatine îşxalkirin de û di bin parastinê da ne bi ferdî an jî bi civakî, çi dibe bila bibe qedexeye.”

Lynn Hastingsê Koortdînatorê Karên Însanîyên Filistînê yê Neteweyên Yekbûyî di daxuyanîya niviskî de destnîşan kir ku Filistînîyên ku li herêmê dijîn êdî bêweşin û li hember talûkeyekê de ne ku ew ê di demeke nêz de ji cîhên xwe bên derxistin. (ÎLKHA)