Di Filistîna ku hatîye îşxalkirin de çalakî: 4 mirî

Li bajara Elada ku ji teref rejima îşxalker a sîyonîst ve hatîye îşxalkirin bi çek û bi biviran çalakî hat kirin, di encama çalakîyêde 4 kes mirin û yek jê giran tev de 6 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 06.05.2022 08:40:31 / Güncelleme: 06.05.2022 08:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji kehnîyên mehellî hatine bidestxistin li bajara Elada ku li rojhilata Tel Avîvêye ji teref 2 kesên ku nasnavên wan nayên zanîn ve bi çek û bi biviran çalakî hat tertîpkirin.

Li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama çalakîyê de 4 kes mirin, yek jê giran tev de jî 6 kes birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku 2 kesên ku çalakîyê kirin jî bi erebeyê ji cîhê meseleyê bi lez dûrketin.

Hat ragihandin ku rejima sîyonîst a îşxalker jî bi tevî helîkopteran xebateke lêgerînê da destpêkirin. (ÎLKHA)