Mamosteyên(!) ku heqaret li zimanê Kurdî kirin ji wezîfeyê hatin dûrxistin

Hat destnîşankirin ku derheqê 4 mamosteyên(!) ku li navçeya Karayaziya Erziromê li ber lewheya Kurdî heqaret li Kurdî kirin de qirara ji wezîfeyê dûrxistin hat girtin.

Ekleme: 05.05.2022 09:05:29 / Güncelleme: 05.05.2022 09:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Muhlîs Çîçekê Midirê Perwerdîyê Millî yê Navçe di hîsaba medyaya xwe de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de bi bîr anî ku derheqê wan mamosteyan(!) de tehqîqata îdarî û ‘edlî hat destpêkirin.

Derheqê mamosteyên(!) ku heqaret li Kurdî kirin de tehqîqata îdarî hat destpêkirin.

Çîçek di daxuyanîya xwe de daxuyand ku heta ku di tehqîqatê de encamek derkeve wan mamosteyan(!) ji wezîfeyê hatin dûrxistin. (ÎLKHA)