Di bergeha êrîşa çekdarî ya ku tê de 2 kes hatin kuştin de 16 kes hatin binçavkirin

Di êrîşa çekdarî ya ku li Diyarbekirê tê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de 16 şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 04.05.2022 16:35:12 / Güncelleme: 04.05.2022 16:35:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer doh danê êvarê li taxa Buyuransu ya navçeya Baglarê pêk hat.

Kesên nasnameya wan nediyar gule li wesayîta bi plaqeya 34 DUG 48 ya ku ji heman malbatê 5 kes tê de hebûn, reşandin.

Di bûyerê de dayik G.D û keça xwe N.D jiyana xwe ji dest dan, bav A.D û zarokên wî M.D û S.D birîndar bûn.

Cendirmeyên ku piştî bûyerê dest bi xebatê kirin, heta niha 16 şikbar girtin û bin çav kirin.

Lêpirsîna derbarê êrîşê de berdewam dike. (ÎLKHA)