Derhqê mamosteyên(!) ku heqaret li zimanê Kurdî kirin de lêpirsîn hat destpêkirin

Li navçeya Karayaziya Erzeromê çend kesên ku qaşo mamoste ne li ber tabeleya ku li serê bi Kurdî Hûn bi Xêr hatin dinivîsand rawestîyan û heqaret li Kurdî kirin.

Ekleme: 04.05.2022 14:45:31 / Güncelleme: 04.05.2022 14:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê van kesên ku qaşo mamoste ne û heqaret li zimanê Kurdî kirin û bi vê helwesta nîjadperestane hereket kirin de lêpirsîn hat destpêkirin.

Bikarhenêrên medyaya civakî ji vê heqaret û êrîşa ku li zimanê Kurdî hatin kirin re bertek nîşan dan.

Qeymeqamtîya Karayaziyê ji ber bertekên ku hatin nîşandan dest nîşan kir derheqê 4 mamosteyan de lêpirsîna adlî hatiye destpêkirin.(ÎLKHA)