Îxwan weşana xwe yê li Tirkîye Mekameleen TV da sekinandin

“Mekameleen” TVyê ku qenala Îxwanê ye û li Tirkîyeyê weşan dike, qirar girt ku weşana li Tirkîyeyê dan seknandin û daxuyand ku ew ê stûdyoyên xwe bibin welatek dinê û li wê derê weşanên xwe berdewam bikin.

Ekleme: 30.04.2022 14:40:29 / Güncelleme: 30.04.2022 14:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî adaxuyanîya ku ji teref Mekameleen TV ve hat belavkirin, qenal 8 sal berê yê ku dest bi jîyana weşanê kirîye heta niha ji bona rastîyê bûye deng û ji bona mirovên bi qîmet jî ji bona ku bibin platform xebatê kirine.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em ji bona meseleyên herî muhîm yên ku di meseleyên Misir û welatên Ereb yên dinê de bi çarçoveya mezin nîşanê we bidin, bi hişmendî belavkirina edalet û azadîyê, ji bona ku bibin dengê mezlum û girtîyan em bi we re bûn.”

“Em bi îzna Xwedê û bi mîsyon û xebatên xwe yên ku ji bona Misirê vegerandinek çêbibe wan alîkarîyên we, em heta niha nesekinîyan û ji vê seatê şûnda jî nesekinin.”

Di dawîya daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em ji bireveberîya Tirkîyeyê re û ji xelqê wê re ji bona ku di vê demê de comerdî û mêvanperwerîyê nîşanê me dane sipasiyên xwe didin wan. Ev camêrdîya ku nîşanê me dane, ji bona minasebetên xelqên me ew ê bi sedsalan bibe mînak. Ji temaşevan û hemû hemkarên xwe re jî  spasîyên xwe pêşkeş dikin.” (ÎLKHA)