Rejima sîyonîst a îşxalker Filistînîyek şehîd kir

Li bajaroka Azuna li wîlayeta Kalkîlyaya ku li bakura Şerîaya Rojavayê ye ji teref rejima îşxalker a sîyonîst ve êrîş hat kirin, di encama êrîşê de ciwanekî Filistînî şehîd bû.

Ekleme: 30.04.2022 11:25:30 / Güncelleme: 30.04.2022 11:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat daxuyandin ku navê ciwanê Filistînîyê ku hat şehîdkirin Yahya Alî Adwan 27 salî yê ku ji wan esîrên ku berê hatine azadkirin bû.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku rejima îşxalker êrîş li bajaroka Azunê kir û pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de gule li qelbê Yahya Alî ket û birîndar bû û dû re hat rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jî di demeke kin de şehîd bû. (ÎLKHA)