HUDA PAR ew ê îro sempozyûma “Quds”ê tertîp bike

HUDA PAR, ew ê di roja “Roja Qudsê ya Cîhanê” de bi tevî beşdarbûna rayedarên hereketên berxwedanê yê Filistînê û temsîlkarên partîyên sîyasî yên li Tirkîyeyê ew ê îro sempozyûmeke bi sernavê “Quds Di Nav Dorpêçê Da Ye” tertîp dike

Ekleme: 29.04.2022 11:55:28 / Güncelleme: 29.04.2022 11:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HUDA PAR, bi minasebeta“Roja Qudsê ya Cîhanê ku di îna dawîya meha Remezanê de tê îdrekkirin ew ê îro sempozyûmeke onlayn tertîp bike.

Hat destnîşankirin ku sempozyûm ew ê îro seat 15.00an de bi onlayn (Zoom) bê tertîpkirin û navê sempozyûmê jî “Quds Di Nav Dorpêçê Da Ye” hat dîyarkirin.

Ew ê di sempozyûmê de derheqê azabûna Qudsê yê ku di bin îşxalê de ye de tiştên ki bên kirin û derheqê wezîfeyên ku li ser milê Misilmanan û serokên welatên Îslamê dikeve de fikr û ramanan bên gotûbejkirin.

Hat dîyarkirin ku ew ê moderatorîya sempozyûmê Yunus Emîrogluyê Endamê GÎK yê HUDA PARê ye bike û axivbêjên ku tê hêvîkirin beşdarê sempozyûmê bibin jî weha ne:

“Parêzer Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê

Şêx Îkrîme Sabrîyê Xatibê Mescîdî Eqsa

Temel Karamollaogluyê Serokê Giştî yê Partîya Saadetê

Hasan Turanê Alîkarê Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partî

Dr. Faed Mustafayê Sefîrê Enqere yê Filistînê

Muhammet Ferazmendê Sefîrê Enqere yê Îranê

Sîrus Seccad Xazîyê Sefîrê Enqere yê Pakîstanê

Mahmut Mardawîyê ji serokên Hereketa HAMASê

Suat Yaşasinê Alîkarê Serokê Giştî yê Yekîtîya Medreseyan û Aliman (ÎTTÎHADUL ULEMA)” (ÎLKHA)