Ciwanê Filistînî ji teref rejima îşxalker a sîyonîstan ve hat şehîdkirin

Hat destnîşankirin ku rejima îşxalker êrîş li Şerîaya Rojava kir, di encama êrîşê de Îbrahîm Lebedîyê 20 salî şehîd bû.

Ekleme: 22.04.2022 10:05:28 / Güncelleme: 22.04.2022 10:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat daxuyandin Îbrahîm Lebedîyê 20 salî yê ku ji teref rejima îşxalker ve di 18 Nîsanê de birîndar bûbû û di nexweşxaneyê de tedawîyê didît şehîd bû.

Hat destnîşankirin ku Lebedî, di dema êrîşa rejima îşxalker ya ku li gundê El-Yamuna ya nêzê bajara Cenîna Şerîaya Rojava kiribû de birîndar bû.

Bi tevî şehîdbûna Lebedî, di meha dawîn de hêjmarên şehîdan yê ku ji teref rejima îşxalker ve hatine şehîdkirin derket 20 kesan. (ÎLKHA)