Êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst a li ser Mescîda Eqsayê dewam dikin

​Gelek polîsên rejima îşxalker a siyonîst êrîşî Filistîniyên ku li Mescida Eqsayê nobetê digirtin û nimêj dikirin kirin.

Ekleme: 20.04.2022 11:35:29 / Güncelleme: 20.04.2022 11:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Polîsên qaşo yên rejîma îşxalker a siyonîst êrîşên xwe yên ser Mescida Eqsayê didomînin.

Dagirkeran îro êrîşî Filistîniyên ku li Mescîda Eqsayê nobedê digirtin û nimêj dikirin kirin.

Gelek siyonîstên îşxalker ên ku ketin hewşa Mescîda Eqsayê ji Filistîniyan xwestin ku ji Mescida Qibleyê derkevin.

Fîlîstîniyên ku nexwestin ji mizgeftê derkevin hatin derbkirin.

Di êrîşa ku hat kirin de hinek Filistînî birîndar bûn, hinek jî ji teref siyonîstên îşxalker ve hatin desteserkirin. (ÎLKHA)