Sîyasetmedarê neyarê Îslamê cardin Qurana Pîroz şewitand

Rasmus Paludanê serokê Kurs Stramê Danîmarqayî, cardin bêedebsizîyê kir û Qurana Pîroz şewitand.

Ekleme: 16.04.2022 14:50:29 / Güncelleme: 16.04.2022 14:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rasmus Paludan, li taxa Rînkebyya Stockholma paytexta Swêdê, piştî nimêja înê bi tevî parastina polêsan Qurana Pîroz şewitand.

Di navbera polês û koma ku ji şewitandina Quranê re bertek nîşan dan de pevçûn derket.

Di encama pevçûnê de 8 kes yên ku di nav wê koma ku ji şewitandina Quranê re bertek nîşan dan de bûn hatin binçavkirin.

Paludan, roja Pencşemê jî li bajara Jonkopînga Swêdê Qurana Pîroz şewitandibû. (ÎLKHA)