Muhammed Sûdan Xoce li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji ser şehadeta Muhammed Sûdan Xoceyê ku him bi ilmê xwe amil bû û him jî temamê emrê xwe fedayî Îslamê kiribû 8 sal derbas bûn.

Ekleme: 11.04.2022 10:45:28 / Güncelleme: 11.04.2022 10:45:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hevaldoz û hezkirîyên wî di salvegera şehadeta wî de hatin ba hev û ji teref Platforma Kerwana Şehîdan ve  bernameya bîranînê hat tertîpkirin.

Muhammed Sûdan Hoceyê ehlê doza Îslamê bû û temamê mal û milkê xwe û emrê xwe di rêya Xwedê de feda kiribû berî vê 8 salan dema ku dîrokê 10'ê Nîsana 2014'an nîşan dida ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da.

Bernameya bîranînê ya ku ji teref Platforma Kerwana Şehîdan ve li Goristana Mêrdîn Kapî ya navçeya navenda Sûrê ya Diyarbekirê hat lidarxistin bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir.

Ji hevaldozên Muhammed Sûdan Xoce, Zeynel Abîdîn Gulsever di bernameya bîranînê ya ku ji ber salvegera wefata wî hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku yekane xema Muhammed Sûdan Xoce Îslam bû û ew  ji bo doza qet teqsîr nekir û temamê bedelan da.

Zeynelabîdîn Gulsever di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir Muhammed Sûdan Xoce dest avêt camîyan û xortên Kurdan ên ku ketibûn nav lepên xêrnexwazan xelas kir û berê wan da camîyan. Gulsever dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:

Muhammed Sûdan  Xoce wan xortên kurd ên ku li Diyarbekirê di riyên xerab de bûn, bi destên wan girt û ew rizgar kirin û alîkariya her yek ji wan kir ku bibin alim. Alimek mezin dibe, ciwanan perwerdew dike û dû re yan dimire yan jî şehîd dibe. Kekê me Muhammed dest bi nivîsandina pirtûkan nenivîsand lê belê însanan perwerde kir. Wê demê ew bi xebatên ku kir li Amedê 154 mizgeft bi xortan tijî kir.”

Gulsever di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, dijminên Îslamê wan xortên ku ew bi destê xwe wan perwerde kiribû yek bi yek li ber çavên wî şehîd kirin, lê belê Muhammed Sûdan Xoce sist nebûn û bi paşde gav navêt. Gulsever dû re  wiha li axavtina xwe zêde kir: “Temamê xebatên ku niha li mizgeftan tên kirin tev berhemên wî ne. Ew xortên ku niha di camîyan de dersê dibînin bila bizanibin ku em ê wan tovên ku wî li axê reşandiye av bidin. Ew kesên ku dixwazin li mîrasa Muhammed Sûdan Xoce xwedî derkevin bila dersa Qur’anê bidin û qet sist nebin. Em him ji wî hez dikin him jî da’wa wî. Em ji vê derê îlan dikin ku em ê li ser rêya ku ew meşîya bimeşin.Em li hizûra wan rêberên xwe yên ku şehîd bûne sond dixwin.”

Bername bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)