Talîya Hecê derket 1 milyon kesî

Wezareta Heca Erebîstana Siûdî daxuyand ku îsal ji bona ku îbadeta hecê bê kirin him di nav welat de him jî di derveyê welat de hêjmarên kesan derket 1 milyon kesî.

Ekleme: 09.04.2022 10:45:09 / Güncelleme: 09.04.2022 10:45:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Erebîstana Siûdî hêjmarên hecacên ku îsal biçin hecê derxist 1 milyon kesî

Ji teref Wezareta Heca Erebîstana Siûdî ve hat daxuyandin kesên ku ‘emrê wan binê 65 salî be û kesên ku vaksînên xwe tem kiribin dikaribin heca xwe bikin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin kesên ku bên hecê gerek testa ku di nav 72 seaten de negatîf derketîyê nîşan bidin, ji endamên hecîyan re jî hat daxwazkirin ku bila di dema îbadetê de ji qanûnê tedbîrên covîd-19ê re rîayet bikin. (ÎLKHA)