Karwana Hêvîyê di erefeya meha Remezanê de li alîkarîyên xwe berdewam dike

Temsîlkarîya Rişmilê ya Mêrdînê yê Karwanê Hêvîyê, di çarçoveya Sê Mehan de li alîkarîyên xwe berdewam dike.

Ekleme: 31.03.2022 11:45:33 / Güncelleme: 31.03.2022 11:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwanê Hêvîyê ya ji êtîm û mixtacan re alîkarîyan dike, vê carê jî ji êtîm û mixtacên Yeşîllîyê re alîkarî kir.

Metîn Tekînê Temsîlkarê Yeşîllîyê yê Karwana Hêvîyê derheqê alîkarîyê de axavtinek kir.

“Ew ê di meha Remezanê de jî fealîyetên me yên alîkarîyê berdewam bike”

Tekîn di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew di meha Remezanê de hêvîya înfaq, fitir û bexşên xêrxwazan e, “Em bi navê temsîlkarê Yeşîllîyê yê Karwana Hêvîyê di çarçoveya Sê Mehên mibarek de jî alîkarîyên xwe berdewam dikin. Em di van rojên ku erefeya meha Remezanêye de di meha Şeban û Recebê de alîkarîyên goştê sor û xwarinê kir. Înşeallah em ê di vê meha Remezanê de jî ji malbatên  êtîm û mixtacan re alîkarîyan bikin. Em ê dû re goştê sor belav bikin. Ew ê di meha Remezanê de jî fealîyetên me berdewam bike. Di dawîya meha Remezanê de ew ê alîkarîyên me yên meddî , xwarin û  goştê sor bê belavkirin.”

Tekîn di dawîya axavtina xwe de weha got, “Weka ku hûn jî zanin ku qrîzeke ekonomîk heye. Ji ber vê yekê xelqê me, bi taybetî malbatên me yên feqîr di vê pêvajoyê de qeweta wan yê standinê kêm bûye. Fîyet gelek zêde bûne, ji ber vê yekê hêjmarên malbatên me yên mixtac jî zêde bûne. Ji ber vê em ji birayên xwe yên xêrxwaz daxwaz û da’wet dikin ku bila alîkarîyên xwe zêde bikin. Weka ku me digot em di navbera destê dayîn û destê standinê de wezîfeya pirê dibînin û em ê vê wezîfeya xwe jî berdewam bikin. Em ji xêrxwazên xwe ji bona ku alîkarîyan kirine teşekkur dikin û car din jî daxwaz dikim ku bibêjim hêjmarên malbatên me yên mixtac gelek zêdene. Em xwedîyê xêrxwazan, ji bona ku înfaqê xwe zêde bikin wan da’wet dikin.” (ÎLKHA)