Ji baregaha Emrîqaya îşxalker yê li Iraqê ye re bi roketan êrîş hat kirin

Li wîlayeta Seleheddîna Iraqê, ji Baregaha Hewaya Leşkerî ya Beledê yê ku personelên Emrîqaya îşxalker û personelên sozdanîyên welatên dinê tê de bûn re bi 4 roketan êrîş hat kirin.

Ekleme: 18.03.2022 10:10:08 / Güncelleme: 18.03.2022 10:10:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Şebekeya Medya Ewlehîyê yê ku girêdayê hikumeta Iraqê ye ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat destnîşankirin, “Ji derdorê Bingeha Hewaya Leşkerî ya Beledê yê ku tê de balafirên ku bi terorê re micadeleyê dikirin hebûn re bi 4 roketan êrîş hat kirin.”

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de tu zayîatek pêk nehat.

Ji vê Bingeha ku ji teref koalîsyona ku bi pêşevenîya Emrîqayê ye ve hatibû avakirin re di demîn borî de jî çend car êrîş hatibû kirin. (ÎLKHA)