Lijneyek ji Weqfa Êtîman Hanefîyê Wezîrê Îrşad û Dawet yê Efxenîstanê zîyaret kir

Lijneya Weqfa Êtîman ji bona ku hinek hevdîtinan bikin çû Efxenîstanê, di çarçoveya zîyaretê de bi Mewlana Muhammed Xalid Hanefîyê Wezîrê Îrşad û Dawetê yê Efxenîstanê re hevdîtin kirin.

Ekleme: 17.03.2022 13:05:33 / Güncelleme: 17.03.2022 13:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lijneya Weqfa Êtîman, di çarçoveya zîyareta li Efxenistanê de, li Kabîla paytexta Efxenistanê Mewlana Muhammed Xalid Hanefîyê Wezîrê Îrşad û Dawetê yê Efxenîstanê zîyaret kirin.

Wezîr Hanefî îfade kir ku ew ji zîyaretê gelek kêfxweş bûn û ji lijneyê re derheqê fealîyetên Wezareta Îrşad û Dawetê yê Efxenîstanê de agahîyan da.

Hanefî di agahîya xwe de bal kişand li ser mizgeft, medrese û klînîkên ku li hinek herêman kêmasîne de û îxtîyacîyên wan herêman anî ziman.

Di hevdîtinê de; meseleyên ku îxtîyacîyên acîl ya li alîyê teblîx û îrşadê hene jî hatin bidestxistin.

Wezîr Hanefî, di hevdîtinê de rîsaleyeke yê ku bi destê xwe nivisandibû dîyarîyê lijneya Weqfa Êtîman kir. (ÎLKHA)