Li Şirnexê 33 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin

Li Şirnexê di tirekî de lêgerîn hat kirin, di encama lêgerînê de 33 kîlogram metamfetamîn ên ku di nav pakêtan de bûn hat bidestxistin û şofêrê tirê jî hat binçavkirin.

Ekleme: 05.03.2022 13:40:29 / Güncelleme: 05.03.2022 13:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref walîtîyê ve derheqê meseleyê de daxuyanî hat dayîn û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di tirekî de lêgerîn hat kirin û di encama lêgerînê de 33 kîlogram metamfetamînên ku di nav pakêtan de hatibûn veşartin hat bidestxistin, şofêrê tirê jî bi telîmata Serdozgerîya Komarî ya Cizîrê hat binçavkirin. (ÎLKHA)