Alim û xwedîdozwanan bangekî hevpar kirin: Quds û Filistîn bila ji îşxala Cihuyan bê paqijkirin

Weqfa Evîndarên Pêxember û ÎTTÎHADUL ULEMA, di çarçoveya bernameyan ên “Hefteya Qudsê” de bi beşdarbûna tevî temsîlkarên welatên Îslamî bi navê “De’wa Qudsê De’wa Ummetê ya Azadîyê ye” bernameyek tertîp kirin.

Ekleme: 28.02.2022 14:55:35 / Güncelleme: 28.02.2022 14:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Suat Yaşasinê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê, Dr. Newaf Tekrurîyê Serokê Yekîtîya Alimên ê Filistîn, Xemam Saîdê Serokê Yekîtîya Alîkarêyê yê Filistînê û Qudsê ya Navneteweyî, Mehmed Goktaşê Nivîskarê Îlahîyatçî, Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirma, Mehmet Tahir Denîzê Alîkarê Serokê Weqfa Biratî û De’wetê, Mehmet Eşînê Alîkarê Serokê Giştîyê Mesulê ji Karên Derve yê HUDA PARê, Cemîl Gencê Endamê Lijneya Îdare yê Giştî û gelek evîndarên Qudsê  beşdarî  bernameya ku li Salona Konferansa Lîseya Mehmet Emin Saraç Anadolî Îmem Xetîpê hatibû tertîpkirin, bûn.

Bername  bi xwendina Quranê dest pê kir, Dr. Newaf Tekrurîyê Serokê Yekîtîya Alimên ê Filistînê di bernamê de xeberdana destpêkê kir û destnîşan kir ku Xwedê Teala wan zarokên îsraîlê yên ku ji ber zilma wan ku li ser dinyayê zilmê dikin dibe ku wan bi destê wan helak bike encax ew daxwaz kir ku wan bi destê muminan helak bike.

“Quds ji bona me meseleyeke eqîdewî û meseleyeke îmanî ye”

Suat Yaşasinê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê di axavtina xwe de weha got , “Em çi qas jî her rojên xwe, hefteyên xwe, mehên xwe tehsîsê Qudsê bikin, dema ku em di hemû rojên xwe de jî Qudsê xeber bidin, bixebitin, bimeşin, em alîkarî bidin Qudsê, hemû tiştên xwe jî bidin Qudsê dîsa jî qîm nake. Armanca me ev e ku em beşdarbûna ji bernameyên ku derheqê Qudsê de tên tertîpkirin re wek dibe ku em mesulîyetên xwe bi cîh bînin dibînin û beşdar dibin. Meseleyê me yê ku em Qudsê gelek bi kar tînin ji hinekan re xerîb tê. Hetta ji me re dibêjin ku hûn ji qewmê xwe, welatê xwe û însanên xwe zêdetir behsa xelasîya Qudsê, pirsgirêkên îşxala Qudsê dikin. Em nefêhimkirina wan heta cîhekî xweş dibînin lê bila ew jî me fêhm bikin. Quds ji bona me meseleyeke eqîdewî, îmanî û mesulîyetê ye. ji ber vê yekê kîjan zehmetîyên îqtîsadî hebe bila hebe, kîjan pirsgirêk çêdibe bila bibe, li kê derê însanan bi hev dû re şerên ku em jî daxwaz nakin dikin bila bikin em ê dîsa jî bibêjin Quds. Heta qirûşa dawî ya ku di berîka me da ye, heta nikûta dawîya xweydan û xwîna me çi ji destê me bê em ê wan bi qasî îmkanên xwe bi kar bînin. Daxwazîya me ji rebbê me ye ku di xelasîya Qudsê de bila me jî bike ortax.”

Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirma jî di bernameyê de axavtinek kir û ji axavtina xwe re bi beyteke ku aîdê Farisan e dest pê kir û weha got, “Ew rûniştin, xeber dan û ji bona her pirsgirêkê re proxramekî çêkirin û dû re rabûn çûn.” Misilmanan jî di vê dinyayê de wisa dikin çîmkî ew wisakî daxwaz dikin.

“Tiştên ku niha li Qudsê tên kirin di tarîxê de li hember tiştên ku xeçperesetan kirine hîç e”

Sirma di berdewama axavtina xwe de weha got, “Quds hezar sal berê dîsa hatibû îşxalkirin û 100 sal di bin îşxala Ewrupayê de mabû. Bi milyonan însan ji bona ku Qudsê ji wan bigrin hatin şehîdkirin. Ez zanibûm ku misilmanên me derheqê xeçperestan de xwedîyê agahîyek nebûn, ji ber vê yekê ez derheqê xeçlîyan de kitêbek nivisandim. Tiştên ku îro li Filistînê, li Qudsê tên kirin li hember tiştên ku wan xeçperestan kirine hê tiştek jî nîne. Di Anadolîyê de tecawuz li qîzên me kirin, Misilmanan talan kirin. Ew qas pêşve çûbûn ku fermandarekîyê ku navê wî Renaud de Chatîlloye wisa gotibû, ‘Quds ne muhîm e! Ez ê biçim Ke’beyê Misilmanan xira bikim.’ Sal derbas bûn û qehremanekî ( Seleheddîn Eyyûbî) hat dinyayê. Tarîxa xeçperestan xwend û Renaudê jî bihîstibû. Ew got ku ‘Bi îzna Xwedê ez ê te bikujim’ di serê Seleheddîn de yek ev mesele tenê hebû. Wek ê me di serê wî de daîre û erebe tinebûn. Misilmanan ne samîne, tu kes wek Seleheddîn nafikire.”

“Lazim e ku em pîsîtîya ku li ser Quds û Filistînê heye rakin”

Hemam Saîdê Serokê Yekîtîya Alîkarêyê yê Filistînê û Qudsê ya Navneteweyî jî di bernamê de axavtinek kir û weha got, “Kuçeyên Filistîn û Qudsê daîma îxtîyacîya paqijîyê dibînin. Pêxemberê me jî ev tiştê kirîye. Çîmkî fikrên pîs û însanên pîs li ser ‘erdên paqij nikarin bisekinin. Dema ku wan sîyonîstan di sala 1948an de ’erdên Filistînê îşxal kiribûn Erebên wê demê, Misilmanên wê demê ne paqijbûn û ne tahir bûn. Ji ber vê yekê ew ê ku li ser milê me ye lazim e ku em wê pîsîtîyê ji ortê rakin.”

“Lazim e ku ji bona wan Pêxemberên ku mezelên wan li Qudsê û li Filistînê hene razî bikin em bibin hakimê wê derê ”

Mehmed Goktaşê Nivîskar û Îlahîyatnas ji axavtina xwe re weha destnîşan kir, hema hema mezelên pêxemberên ku navê wan di Qurana Pîroz da derbas dibin hemûyan li Filistînê an jî li Qudsê ne û ew axavtina xwe weha zêde kir, “Nihan wan kesên ku li wê derê dijîn û li wê derê hakimîyetê dikin ji wan pêxemberên ku mezelên wan li wê derê ne re ezîyetê dikin. Bi vî awayî wan pêxemberan, ji wan kesan ne  razî ne. Xwedê Teala jî ji wan ne razîye. Çîmkî wan zarokên îsraîlê yên ku wan ‘erdan îşxal kirine, ji wan hemû pêxemberan re îftîreyan avêtîne. Ji ber vê yekê gerek ew di van ‘erdan da bin. Eger ku em daxwaz dikin Xwedê û Resulê Xwedê razî bikin bi wek wan însanên ku îmana xwe kamil kirine li wê derê bin û em hakimê li wê derê bibin.”

ji bernameyê re Enstîtûya Seleheddîn-î Eyyûbî, Komela Alimên Misilman ên Navneteweyî, Komela Eqsa ya Mînberî, Komela Eqsa ya Mînberî û Qudsa Navneteweyî, Weqfa Biratî û De’wetê, wek Weqfa Filistînê gelek weqf û komele alîkarî dan. (ÎLKHA)