Şêx Ragib Harb di salvegera şehadeta xwe de nehat jibîrkirin

Şêx Ragib Harbê ku wek rêberên hereketên Îslamî yên dinê, di ciwanîya xwe de li hember rejima îşxalker li cem micahidan micadele kirîye berî vê 38 salan hat şehîdkirin.

Ekleme: 16.02.2022 15:40:30 / Güncelleme: 16.02.2022 15:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di tarîxê de gelek alim û rêberên de’wê , ji bona Î’la-yî Kelîmetullah canê xwe feda kirine.

Şêx Ragib Harb jî ji wan kesên ku gihîştine vê mizgîna vê ayetê “Hûn wan kesên ku di rêya Xwedê de hatîne kuştin mirî nehisibînin. Bîlakîs ew sax in û li cem Rebbê xwe tên riziqkirin. Ew bi wan tiştên ku Rebbê wan daye wan di nav kêfxweşîyê da ne û wan kesên ku hê negihîştîne wan jî, ew ê ji wan re mizgînîya bêtirsekîyê û bêxemgînîyê bidin.”

Şêx Ragib Harb, bi zarokekî yê malbata micahîd li Libnana Başûr hat dinyayê.

Çi qas jî bavê wî daxwaz dikir ku bila kurê wî bibe alim, lê ew beşdarê fedaîyên Filistînê bû. Di demekî paşê li Medreseya Seyyîd Huseyîn Fadlallahê ku li Beyrûdê bû dest bi dersan kir. Dû re ji bona ku ‘îlm hîn bibe çû Necefê, 4 sal di medreseya Muhammed Baqir Sadrî de xwend.

Di tarîxa 1970î de ji teref rejima Baasê ve ji Iraqê hat derxistin. Li Libnanê dest bi ders dayînê kir.

Şêx Ragib Harbê ku nizanibû rehetbûn çîye û ew daîma micadele dikir, piştî ku li Beyrûdê bi cîh bû, ciwanên ku li derdorê wî kom bûne jî rêxistî kir.

Di nav damezrînerên Hîzbullaha Libnanê de cîh girt.

Şêx Ragib Harb di tarîxa 1983yan de ji teref rejima îşxalker ve bi beheneya ji bona ku fealîyetên xirab dike hat desteserkirin û dû re hat berdan.

Şêx Ragib Harb pilanên çalakîyên bi çekan ku li hember rejima îşxalker dihat kirin dikir û di hinek çalakîyan de jî ew bi xwe beşdar bûbû.

Di tarîxa 16ê Sibatê sala 1984an de ji teref balafîrên rejima îşxalker ve di encama suîqestekê de şehîd bû.

2 kur û 5 qîzê şehîd hebûn. Kurê wî yê dawîn 4 meh piştî şehadeta şehîd hat dinyayê û navê bavê wî “Ragip” dan kurê wî. (ÎLKHA)