Li Fîlîpînê qamyonetek qeza kir: 9 mirî û 7 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Filîpînê qamyonetek li şerempolê qelibî di encama qezayê de 9 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 10.02.2022 14:40:28 / Güncelleme: 10.02.2022 14:40:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji Çapemenîya Fîlîpînê hatine bidestxistin, qamyoneteke ku dendikê gûza hîndê bar dikir li rêya herêma Balîguîanê ku li wîlayeta Zamboanga del Norteyê ye bi tevî wan kesên ku bi otostopê ketibûn nav qamyonetê qeza kir.

Hat destnîşankirin ku li gorî dîyarîyên ’ewil 9 kes mirin û tevî şoforê qemyonetê 7 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku qemyonet ji ber ku frêna wî nedigirt şofêra qemyonetê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û qeza kir. (ÎLKHA)