• DOLAR 32.854
  • EURO 35.201
  • ALTIN 2454.487
  • ...
Li Fîlîpînê qamyonetek qeza kir: 9 mirî û 7 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji Çapemenîya Fîlîpînê hatine bidestxistin, qamyoneteke ku dendikê gûza hîndê bar dikir li rêya herêma Balîguîanê ku li wîlayeta Zamboanga del Norteyê ye bi tevî wan kesên ku bi otostopê ketibûn nav qamyonetê qeza kir.

Hat destnîşankirin ku li gorî dîyarîyên ’ewil 9 kes mirin û tevî şoforê qemyonetê 7 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku qemyonet ji ber ku frêna wî nedigirt şofêra qemyonetê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û qeza kir. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir