Karwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman ji Îdlîbê re 3 tir melzemeyên alîkarîyê şîyandin

Bi hevkarîya Weqfa Kerwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman di encama kampanyaya “Îdlîb Diqefile” de 2 tir arvan û tirekî jî melzemeyên xwarinê hat şîyandin.

Ekleme: 10.02.2022 10:50:32 / Güncelleme: 10.02.2022 10:50:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mihacirên ku ji şerê Sûrî revîyane û li nêzê Tirkîye xwe bi cîh kirine, di şertên zehmet û zor de micadeleya jîyanê didin.

Muhacirên ku bi tevî malbatên xwe di nav wan çadirên ku tê de ceryan û av jî tineye de dijîn, di van mehên serma de di nav wan çadiran de jîyanên xwe derbas dikin. Hinek zarok û pitik jî li ber çavên dinyayê ji ber serma û cemedê canê xwe ji dest dan.

Karwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman jî ji vê drama însanîyetîyê re bêdeng neman û ji wan mihaciran re destên xwe yên alîkarîyê dirêj kirin, di encama vê alîkarîyê de kampanyayeke bi navê “Îdlîd Diqefile” tertîp kirin.

Di encama vê kampanyayê de li navçeya Eyyubîye yê Rihayê 2 tir arvan û tirek jî melzemeyên xwarinê ji Îdlîbê re hat şîyandin.

Di dema birê kirina tiran de Osman Geremê Serokê Platforma Alîkarîya Însanî ya Sazîyên Civaka Sîwîl yê Rihayê ji Weqfa Êtîman re û ji Karwana Hêvîyê re teşekurên xwe şîyand.

“ Însanên li wê derê di nav çadirên parçebûyî de micadeleya jîyanê didin”

Gerem ji ber şîyandina tirên alîkarîyan daxwazîya kêfxweşîyê kir û weha got, “Me di encama kampanyaya Îdlîb Diqefile de ji Îdlîbê re li Rihayê 3 tir alîkarî şîyand. Di van mehên sar û sermayê de bi rastî jî Îdlîb dicemide. Însanên li wê derê di nav çadirên parçebûyî de micadeleya jîyanê didin. Van însanan cîranê me ne. Bi vê wesîlê me jî tirên ku ji teref Karwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman ve hatine amadekirin şîyand ji Îdlîbê re. Ew ê van tiştên alîkarîyê ji wan re bibe bereket  û ew ê dilê wan jî kêfxweş bibe, ji ber vê înşaallah di ser zimanê wan de jî dua hebe. Ez ji rayedarên Karwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman re ji bona ku vê alîkarîyê kom kirine teşekur dikim. Xwedayê min van alîkarîyên ku hatin kirin qebûl bike.”

“Însanên cîranên me micadeleya jîyanê didin”

Faîk Doganê Koordînatorê Herêma 2yemîn ê Karwana Hêvîyê destnîşan kir ku ew ji bona ku bighêjin însanên mixtac xebatan dikin û dû re wiha got:, “Pêxemberê me di hedîsekî xwe de weha dibêje, ‘Ew kesê ku cîranê wî li cem wî birçî be û ew jî bi zikê têr be ew ne mu’min e’. Ev hedîs ji me re nîşan dide ku cîranê me bila misilman be an jî nebe, ji irqê me be an jî nebe, ji ber însanîyetê lazim e ku em alîkarîyê ji wan re bikin. Dema ku em ji bona xwe û ji bona wan kesên em ji wan hezdikin re jîyanekî xweşik û kêfxweşîyê xebatê dikin, em zanibin ku li nêzê me de însan hene ku ew jî micadela jîyanê dikin. Em li çar alîyê cîhanê, ji wan kesên ku mixtacin û îxtîyacîyên wan hene re alîkarî dikin û daxwaz dikin ku em bighêjin wan mirovan.”

“Heta ku ji destê me bê em ê ji bona ku xwe bighêjînin mezluman xebatan bikin”

Dogan di dawîya axavtina xwe de weha got, “Van alîkarîyên me ne yekem e û ew ê dawî jî nebe. Em bi alîkarîyên xêrxwazên xwe heta niha 14 tir alîkarîya însanî ji Sûrî re şîyand. Karwanê Hêvîyê di hefta dawî de ji gundên Îdlîbê de alîkarîya betanî, cilên zivistanê, êzing û komirê kiribû. Dîsa vê heftê jî me bi navê Karwana Hêvîyê li Resulaynê komir û sobe belav kir. Emê bi îzn û înayeta Xwedê Teala xwe bighêjînin hemû mezluman. Xwedê Teala bila ji wan kesên ku ji vê xêrê re bûne wesîle, ew ê ku anîye, ew ê ku birîye, ew ê ku bûye navber û wan kesên ku ji komeleya me re bexşan kirine razî bibe.” (ÎLKHA)