Neteweyên Yekbûyî dê alîkariya xwarinê ya ji bo Yemenê kêm bike

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ya li Yemenê ragihand ku ji ber nebûna fînansê alîkariyên xurekê yên ku jiyana bi milyonan însanan xilas dike dê bên qutkirin.

Ekleme: 08.02.2022 11:20:25 / Güncelleme: 08.02.2022 11:20:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nebûna fînansê tê wateya qutkirina "alîkariya jiyanê" ji bo bi mîlyonan mirovên xizan ên li Yemenê. Ji Çileyê paşîn, ji ber kêmasiyên fînansî nêzî du-sê bernameyên alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî kêm bûn an hatin girtin.

 Di mehên pêş de qutkirinên din têne texmînkirin heger   ku bi lez piştgirî neyê wergirtin. Heya Adarê, tenê 2 mîlyon kes dê alîkarîya kamil a erzaqê bistînin. 11 mîlyon mirov wê neçar bimînin ku xwe bispêrin rêgezên "xwarinê yên kêmkirî".(ÎLKHA)