Li Amerîqayê reşikekî dinê jî ji teref polêsan ve hat kuştin

Li wîlayeta Mînneapolîsa Amerîqayê, dinya cardin jî êrîşa polêsan re bû şahid. Amîr Lockeyê ku reşik e di encama êrîşê polês de canê xwe ji dest da.

Ekleme: 05.02.2022 09:15:29 / Güncelleme: 05.02.2022 09:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku tu sabiqayekî Lockeyê ku sûcdar be tuneye û çeka ku li ser wî bû ye jî biruhsat e. Derheqê meselê de polês jî got ku ev mesele ji ber “Kêmasîya îstîxbaratê” pêk hat.

Di kameraya polêsan de hat dîtin ku, tîma taybet bi tevî kaxizekî ku îzna lêgerînê tê de dinivisîne dikeve malekî, dema têketina malê de polês li derî naxin û dikevin malê.

Dûre wan polêsan bi şiddet Amîr Lockeyê ku li ser qenepê radikeve şîyar dikin, dema ku Locke jî bi tevî çekê xwe di nav betanîyê de derdikeve polês jî êrîş lê dikin.

Di encama vîdeoyê de hat hînbûn ku têketina polêsan û kuştina Amîr Lucke di nav 10 sanîyeya de pêk hat. (ÎLKHA)