ÎTTÎHADUL ULEMA derheqê “Sê Mehan” de peyamek belav kir

ÎTTÎHADUL ULEMA di tewsîya xwe de weha got, “Di van mehên mibarek de mirov divê qîmeta wan mehan zanibe û wan mehan ji bona tobekirinê jî firsetek zanibe, ji ber vê yekê ev meh ji bona ku nîşana evdîtîya ku ji Xwedê Teala re bê nîşandan firset e"

Ekleme: 01.02.2022 16:45:36 / Güncelleme: 01.02.2022 16:45:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sibê destpêka “Sê Mehan” e, ji ber vê yekê ÎTTÎHADUL ULEMA jî derheqê vê meselê de peyamek belav kir û di peyama xwe de ji mirovan re şîretan kir.

Di daxuyanîya ÎTTÎHADUL ULEMAyê de hat destnîşankirin "Mehên Receb, Şeban û Remezanê di nav “Sê Mehan” de ye û ji ber vê yekê van mehan mehên bifazîlet in, ji ber vê yekê gelek alim di van mehan de tewsîyeyên mûhîm dikin. Mirov lazim e ku di van mehên mibarek de bi liyaqî tobe bike, mirov di vê fikrê da be ku van mehan ji bona însanan nîşanekî ‘evdîtîyî ye ku ji Xwedê Teala re nîşan bide, ji ber vê yekê lazim e ku di van mehan de însan bikeve micadeleyek û xeyreteke mezin. Lazim e ku mirov di van mehan de ji Xwedê Teala re ji bona ku ew gelek nîmetan daye însanan şikir bike, dua bike, îstîxfar bike û ji wan tiştan sistayîyê neke.”

Di daxuyanîya ÎTTÎHADê de hat destnîşankirin û bi bîrxistin ku "Meha Recebê ya ku di mehên ‘sê mehan’ de meha yekemîn e, lazim e ku mirov rojî bigire, îstîxfar bike û dua bike. Pêxemberê me (s.x.l.) di vê mehê de ji me re tewsîye dike ku em 'di vê mehê de rojî bigirin '…di mehên heram de qasê ku dikarî rojî bigre an jî qasê ku tu dikarî rojî negre.”

Di daxuyanîyê de hat ragihandin û hat daxwazkirin, dîsa jî meha Şebanê yê ku di nava ‘sê mehan’ de meha duyemîn e, bila mirovan di vê mehê de îbadetên xwe berdewam bikin û kêm nekin. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: "Hz. Aîşe ve derheqê mûhîmtîya rojîyê de hatîye gotin jî hat kirin 'Min, xeyn ji meha Remezanê nedît ku pêxember di mehên dinê de mehekî temam rojî girtîye. Min nedît ku di mehên dinê de jî wekî qasê ku di meha Şabanê de rojî girtîye rojî bigre.'Şeva Qedrê ji hezar mehan gelek xêrtir e’ (Qedr 3). Di vê ayeta ‘ezîm de jî tê fêhmkirin ku Rebbê ‘Alemê hinek şevan û hinek rojan li gorî şev û rojên dinê bilindtir û bixêr kirîye. Şeref û qîmeta meha Remezanê ev e ku di wê mehê de Quran'a pîroz hatîye şîyandin û şeva qedrê jî tê de ye û ev tişt jî di ayetê de sabît e. Meha Receb û Şebanê jî ji bona meha Remezanê hazirîyekî yê manewî ye û mirov di van mehan de jî îbadetên ku hatîye tewsîyekirin bila bike. Di meha Remazanê ku ew meh meha dereceya herî bilind a manewîyatê ye de jî mirov lazim e ku xeyn ji nimêjên ferz û rojîyê, gerek nimêja terawîhê jî bike, Qurana Pîroz bixweyne, zikat û sedeqeyê bide û di van meseleyan de jî gerek hessas be.”

Şîretên ku tên kirin

-Di van mehên ku  gelek zêde bi qedr û qiymetin de, mirov jî gerek îbadetên xwe bi heq bi cîh bînin û qîmeta wextên xwe jî zanibin.

-Em di van mehan de giranîyê bidin rojîyê ku pêxemberê me jî di van mehan de rojîyê zêde girtiye.

-Em nimêjên xwe jî li mizgeftan û bi cemaatî bikin û di vê meselê de jî lazim e ku hessasîyetê nîşan bidin.

- Ji bona ku Xwedê Teala rizqê me daye, sedeqe û înfaqên xwe zêde bikin ku bila em rizaya Xwedê Teala  qezenc bikin û ji bona rizaya wî jî malê xwe xerc bikin.

-Em van mehên mibarek ji bona xwe wek firsetek bibînin û ji ber vê yekê nimêjên nafîleyan jî di heyata xwe de zêde bikin, derheqê; teheccûd, duha, ewwabîn û nafîleyên dinê de jî xeyreta xwe zêde bikin.

-Xwandin û fehmkirina Quranê zêde bikin û heta ku ji me tê em tefsîrekî biqedînin.

-Em heyata xwe yê borî li ber  çavên xwe derbas bikin û ji wan gunehên xwe tobe û îstîxfar bikin. Bi tevî tobe û îstîxfarê, berê xwe bidin Rebbê xwe.

-Vê mehê firset bibînin û ji xwe re herî kêm sîyerekî yê ku qala heyata pêxemberê me dike biqedînin, di kitêbên îlmîhalê de jî beşa îbadetê baş bixweynin û fehm bikin.

-Di van mehan de mihimtîyê bidin malbat û zarokên xwe, wextê xwe yên zêde bi wan re derbas bikin û ji xwe re proxramekî derxin, bi hev dû re sohbetê bikin û nesîhetan bikin.

-Em duayên xwe jî zêde bikin û di duayên xwe de ji mezlûmên ku li ser ‘erda cîhanê re jî dua bikin. Em ji wan birayên xwe yên ku jîyanên xwe di nav rewşekî zehmet de derbas dikin re, ji bona ku em alîkarîyê ji wan re bikin, cehd û xeyretên xwe jî zêde bikin.

-Bi taybetî em wan birayên xwe yên ku ji bona de’wa Îslamê zilmê dîtine, ketine zindanan û di mihaceretê da ne jî bîrva nekin û ji wan re duayan bikin, alîkarîyê bikin.” (ÎLKHA)